Partiyên siyasî yên herêmê bi nûnerê DYA’yê re civiyan

Bi armanca nîqaşkirina rewşa herêmê û êrişan nûnerên partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûrî bi nûnerên DYA’yê re civiyan.

Şandeya Partiyên siyasî yên herêmê bi serokatiya Emced Osman bi nûnerê bilind ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê DYA Nicholas Granger re civiya.

Nûnerên partiyên siyasî di civînê de diyar kirin ku di êrişên dewleta Tirk de fermandar, şervanên QSD’ê, kesayetên siyasî û sivîl dibin armanc.

Nûnerên partiyan destnîşan kir ku divê nûnerên herêmê di civînên navneteweyî yên têkildarî Sûriyê de cih bigirin.

Partiyan behsa kampa Holê û rola hêzên navneteweyî di çareserkirina pirsgirêkê de kirin û diyar kirin ku tenê barên wê Rêveberiya Xweser hildigire ser xwe.

Nûnerê DYA’yê Nicholas Granger jî diyar kir hebûna nûnertiyeke mezin a DYA´yê li herêmê cidiyeta DYA’yê a piştgiriya herêmê û hewlên mayîndekirina aramî û ewlehiyê nîşan dide.

Nicholas Granger diyarkir ku bi civata navneteweyî re dixebitin ku pirsgirêka kampa Holê çareser bikin û bang li dewletan kir ku welatiyên xwe vegerînin.

Back to top button