Polîsên Tirk parlamentera HDP’ê Semra Guzel binçavkirin

Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan-HDP’ê a Amedê Semra Guzel ku parêzbendiya wê ya li Meclisê hatibû betalkirin, li Stenbolê hat binçavkirin. Meclisa Jinan a HDP’ê jî nerazîbûn nîşan da û diyar kir wê jin li dijî êriş û siyasetên qirêj serî netewînin.

Midûriyeta Polîsan a Stenbolê û Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû li ser hesabên xwe yên medyaya sanal binçavkirina Guzel ragihandin.

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû îdakir ku Semra Guzel dema xwest bireve derve li bajarê Edîrneyê hatiye binçavkirin.

Parêzerên ku piştî bi saetan bi Semra Guzel re hevdîtin kirin û îdiayên derbarê Semra de derewandin.

Semra Guzel a ku biribûn Midûriyeta Polîsan a Stenbolê sewqî Edliyê kirin.

Meclisa Jin ya HDP’ê: Jin wê li dijî van polîtîkayên qirêj serî netewînin

Meclîsa Jinê ya (HDP) derbarê Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel a bû hedef û hat binçavkirin de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin polîtîkayên îktidarê yên bi vî rengî çawa do negihaşt armanca xwe îro jî wê negihêje armanca xwe û got:

Em Wezîrê Karê Sûc ê ku parlamentera me kir hedef, hişyar dikin. Ne jinan kujerên jinan bigirin’.

Wê jin li dijî van polîtîkayên qirêj ên we çongê danînin.

Semra Guzel îradeya gel û jinan e.”

Back to top button