EFRÎN – JI BER ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYA TIRK 102 ZAROK ASTENGDAR BÛNE

Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê gelek komkujî pêk anîn. Di encam de bi sedan şênî şehîd bûn û bi hezaran jî ku piraniya wan jin û zarok bûn, birîndar bûn. Ji ber şerê li dijî Efrînê 102 zarok bi awayekî mayînde astengdar bûne. Ev jî cihê êş û azarên giran e, hem derveyî laşê mirov û hem jî hundir.

Ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk û bombekirina balafirên wê, bi sedan sivîl di nav de jin, mêr û zarokên Efrînê, astengdar bûn û êdî nikarin mîna berê bijîn.

Ji wan 102 zarok bi awayekî mayinde astengdar bûne û zehmetiyan dikşînin.

Hinek bi awayekî dijwar di serê xwe de birîndar bûne, wê jî bandor li mêjî kiriye û ji aliyê mejî yan bedenî ve astengdar bûne.

Hindek jî çavên xwe winda kirine û nema dikarin pêşiya xwe bibînin.

Hinekên din jî yan mil an jî lingên wan jê bûne.

Her wiha di laşê hinek zarokan de heya niha perçeyên çekan hene.

Li gorî serjimariya Heyva Sor a Kurd, astengdariyên zarokan wiha ne:

– 21 ji serî ve astengdar bûne
– 19 ji ling ve astengdar bûne
– Hejmarek mezin navbera astengdariya dest û korbûnê de ne
– Tevî astengdariya derûnî

Bi derfetên xwe yên kêm, Heyva Sor a Kurd hinek derman ji wan zarokên astengdar re peyda dike.

Lê hema yên hatine dermankirin, hejmara wan gelekî kêm e.

Ew jî piştî ku bûn mijarên çapemenî û medyayê, hatin dermankirin.

Weke mînak, Elya Mistefa ya 12 salî, ku ji ber bermahiya bombeyeke artêşa Tirk a dagirker, çavekî xwe winad kir.

Ebdulqadêr Cuma her du çavnên xwe ji ber bermahiyên moşeka dagirkeriya Tirk, winda kirin.

Ev her du zarok di nav bi dehan zarokên Efrînê de ne, yên ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk, bi awayekî mayînde astengdar bûne.

Leave a Reply

Back to top button