Asayîş: Di roja 9’an de 4 endamên şaneyên DAIŞ’ê hatin girtin

Asayîşê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan doh li kampa Holê 4 endamên şaneyên DAIŞ’ê girtin.

Hêzên Asayîşê bi daxuyaniyekê bîlançoya roja 9’an a operasyona ‘Mirovî û Ewlehiyê’ eşkere kir.

Asayîşê ragihand ku 4 endamên şaneyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Her wiha 33 cihên ku çeteyên DAIŞ’ê weke cihên perwerdeyê bi kar di anîn, hatin rakirin.

Asayîşê da zanîn ku hêzên wan jineke Êzidî jî dîtin ku çeteyan gef lê dixwar da ku tiştekî nebêje.

Operasyona ‘Mirovî û Ewlehiyê’ îro di roja 10’an li beşa 5’an yê li kampê didome.

ANHA’yê ragihdn ku di xebatên operasyonê yê îro de çend kesên gumanbar hatin binçav kirin.

Tunelek hat dîtin û gelek telefonên ku di nav kampê de qedexekirî ne hatin desteserkirin.

Back to top button