QSD’ê ragihand îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker ya şehîdxistina 4 şervanên wan ne rast e.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) derbarê nûçeyên derew yên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker de daxuyaniyek da.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê îdiayên wezareta tirk ya derbarê şervanên wan de derew dexist û ev agahî parve kir:
”Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker di daxuyaniyên xwe yên 1 û 3’ê Îlonê de îdia kiribû ku di her du rojan de 4 şervanên me şehîd xistine. Ev îdia ne rast in.”