HPG’ê: Li Zap û Metîna 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayan li herêmên Zap û Metîna derbên giran li artêşa Tirk ya dagirker xistin. HPG’ê ragihand di encama çalakiyan de 4 leşkerên dagirker hatin kuştin, gerîlayan li Zapê helîkopterek anîn xwarê û derb li 2 helîkopterên din xistin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir hêzên gerîla bi berxwedana xwe ya bi heybet û bi taktîkên dewlemend yên şer derbên giran li artêşa Tirk ya dagirker didin û wiha got;

Gerîlayên Azadiyê ên Kurdistanê bi berxwedana ku bi îradeya Apocî bi pêş dixin rê nadin dagirkeriyê. Ji ber vê yekê jî artêşa Tirk a dagirker êrişên hovane ku di dîrokê de mînakên wê tune ye pêk tîne.

Artêşa Tirk ya dagirker ku li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna li hemberî berxwedana dîrokî ya hêzên me xitimiye, êrişên xwe yên li Qadên Çemço û Sîda yên Zapê berfireh kiriye.

HPG’ê derbarê encamên çalakiyên gerîlayan de ev agahî parve kir;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 2’ê Îlonê li Qada Werxelê ya bi ser herêma Avaşînê hêzên YJA Starê derb li kepçeyekê xistin ku xebatên çêkirina rê dikir.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê şeva 3’ê Îlonê artêşa Tirk ya dagirker 32 caran bi helîkopteran dagirker li Girê Şehîd Fedekar danîn.

HPG’ê: Gerîla Li Zapê helîkopterek anîn xwarê û derb li 2 helîkopterên din xistin

9 caran bersiva êrişên helîkopteran hate dayîn û derb li helîkopterekê hate xistin ku dixwest dagirkeran dayne. Ev helîkopter piştî ku bi qasî sed metre ji qadê dûr ket, kete xwarê û teqîya, tevî hemû dagirkerên di navê de hate rûxandin.

Di heman demê de tîmên bi tevger derb li 2 helîkopterên skorsky yên din jî xistin.

Hêzên me ev çalakiyên li qadên Werxelê, Sîda, Çemço û Şehîd Fedekar ji bo bîranîna fermandarên me yên nemir Dogan Jîrkî, Karker Serbest û Rojda Kotol ku bersiva êrişên dijmin dan û şehîd bûn, lidarxistin.

2’ê Îlonê li Qada Karker di encama çalakiya bi rêbaza sekvaniyê ya tîmên bi tevger ên YJA Starê de dagirkerek hate kuştin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de 2’ê Îlonê li Girê Hekarî yê Metîna di encama çalakiya sekvaniyê ya gerîlayên YJA Starê de dagirkerek hate kuştin.

Heman rojê li Girê FM û Girê Cûdî 2 sîstemên kamera yên çavdêriyê ku dagirkeran bi cih kiribûn hatin rûxandin.

Dîsa 2’ê Îlonê li Girê Cûdî di encama çalakiya bi rêbaza sekvaniyê ya tîmên bi tevger yên YJA Starê de 2 dagirker hatin kuştin.

HPG’ê: Artêşa Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî, balafir û helîkopteran qadên gerîla bombebaran kirin

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker 6 caran bi çekên kîmyewî û bombeyên nukleer, 79 caran bi helîkopteran, 32 caran bi balafirên şer û bi dehan caran bi obus û hawanan qadên gerîla bombebaran kirin.

Back to top button