Çalakiya Konvedanê ya li Qamişlo di roja 23’an dewam dike

Li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk û bêdengiya hêzên cîhanê, çalakî û nerazîbûn dewam dikin. Îro jî li gelek deverên herêmê meş û çalakî hatin lidarxistin û peyamên mezinkirina berxwedan û têkoşînê hate dayîn.

Berxwedana gel ya li dijî êrişên dewleta Tirk roj bi roj zêde dibe.

Çalakiya kon ya ku ji aliyê HPC-JIN û Kongra Star ve li ber avahiya NY li Qamişlo hatiye vedan, di roja 23’an dewam dike.

Îro endamên HPC`ê yên navçeya Dirbêsiyê û bi dehan şêniyên Qamişloyê beşdarî çalakiyê bûn.

Li konê çalakiyê endama HPC’ê ya navçeya Dirbêsiyê Reca Mihemed axivî û bal kişande li ser êriş û dagirkeriya dewleta Tirk û got: “Armanca dewleta Tirk ji êrişan nûkirina Împaratoriya Osmanî û zindîkirina çeteyên DAIŞ’ê ye.

Dewletên cîhanê jî yên ku îdiaya parastina mafên mirovan dikin, piştgiriyê didin dewleta Tirk.”

Her wiha Endamê HPC’ê ya navçeya Dirbêsiyê Îmad Biro jî axivî û diyar kir gelê herêmê bi rihê şerê gel ê şoreşgerî bersiva dagirkeran bidin.

Penaberên Kampa Roj: Divê NY penaberên li herêmê ji êrişan biparêzin

Her wiha penaberên Iraqî jî yên li Kampa Roj a li Dêrikê dimînin li dijî êirşan daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de behsa rola Rêvberiya Xweser û QSD’ê ya parastina penaberan hat kirin û wiha gotin:

“Me berê xwe da Rêveberiya Xweser û QSD’ê û wan me parast, bi derfetên xwe yên kêm jiyanek bi rûmet ji me re misoger kirin.”

Di dawiyê de, bang li Komseriya Kar û Barên Penaberan a NY`yê hate kirin ku Penaberên li herêmê ji êrişên dewleta Tirk biparêzin.

Şêniyên Holê bi meşekê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Şêniyên navçeya Holê li dijî êrişên li ser herêmê xwepêşandanek li dar xistin.

Piştî ku çalakî veguherî mêtingê, bi navê şêniyên Holê daxuyaniyek hate dayin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi êrişên xwe hemû pîvanên mirovahiyê, nirx û rêgezên parastina mafên civakî bin pê dike.

Di dawiyê de bang li dewletên cîhanê hate kirin ku ku li dijî sûc û dagirkeriya dewleta Tirk bi erkên xwe rabin.

​​​​​​​Kongra Star hovîtiya dewleta Tirk li dijî cenazeyê Hakan Arslan şermezar kir

Kongra Star ya li Kobanê jî dijî hovîtiya dewleta Tirk li ser cenazeyê ciwanê Kurd Hakan Arslan daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi van kiryaran nikare vîna gekê kurd bişkîne.

Di dawiyê de, bang li gelê Kurd hat kirin ku li dijî kiryarên dewleta Tirk li hember zarokên wan pêk tîne, serî hildin.

Beşdarên çalakiyê jî rêbazê radestkirina cenazeyê şehîd Hakan Arslan şermezar kir

Back to top button