Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku 25’ê Tebaxê ji aliyê hêzên Asayişê ve hatibû destpêkirin di roja 10’an de dewam kir. Doh li kampa Holê 4 endamên şaneyên DAIŞ’ê hatin girtin û îro jî hinek kesên ku guman li ser wan hebûn hatin binçavkirin.
Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku 25’ê Tebaxê ji aliyê hêzên Asayişê ve hatibû destpêkirin di roja 10’an de dewam kir..
Hêzên Asayîşê bi daxuyaniyekê bîlançoya roja 9’an a operasyonê jî eşkere kirin.
Li gorî agahiyên Hêzên Asayişê;
“4 endamên şaneyên DAIŞ’ê hatin girtin.
33 cihên ku çeteyên DAIŞ’ê weke cihên perwerdeyê bi kar dianîn, hatin rakirin.
Îro di lêgerînê de çend kesên guman li ser wan hebûn hatin binçavkirin
Operasyon îro li beşa 5’an ya kampê bû û bi baldarî didoma
Di lêgerîna îro de jî çend kesên gumanbar hatin binçav kirin, tunelek hat dîtin û gelek telefon hatin desteserkirin.