Jinên DAIŞ’î yên ji Iraq û Almanya poşmaniya xwe tînin ziman

Jinên DAIŞ’î yên ji weletên cuda di nava Kampa Roj a li bajarê Dêrikê de dimînin, qala zext û sepanên DAIŞ’ê dikin û poşmaniya xwe tînin ziman. Jinên DAIŞ’î dibêjin. Dema wan nêzîkatiya QSD’ê ji jin û zarokên DAIŞ’î re dît, wê demê şaşîtiya xwe fam kirin.

Kampa Roj li gundewarê bajarê Dêrikê yê Kantona Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ye.

Piştî Kampa Holê, kampa herî xeter Kampa Roj e.

Di vir de bi sedan jin ên tundraw ên hevjînên çeteyên DAIŞ’ê hene.

Kampa ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat avakirin di sala 2015’an de, nêzî 800 malbat tê de hene.

2 hezar û 500 kes in hemû jin û zarokên ji Iraqê, penaberên Sûriyeyî tevî biyaniyên çeteyên DAIŞ’ê yên Ereb û Ewropî ne ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de xwe radestî QSD’ê kirine.

Du jinên DAIŞ’ê ji welatên Iraq û Almanya cihê xwe di kampê de digrin, ji ajansa Nujinha re axivîn.

Hîba El-Ebas a Iraqî di 11 saliya xwe de bi DAIŞ’î yekêji Yemenê ku qet nasnake re didin zewicandin û dişînin Suriyê.

Hîba El-Ebas bûyer û kiryarên hov û qirêj ku ji DAIŞ dîtiye dema ku di nav de, bi van gotinan tîne ser ziman:

“Di nav DAIŞ’ê de jiyan pir zehmet bû, min hîs dikir ku ez di zindanê de me, li cem DAIŞ’ê azadî tune ye.

Wexta em di nav DAIŞ’ê de bûn, zulm pir hebû, gelek mirovên bêguneh bûn qurbaniya terora çeteyên DAIŞ’ ê.

Heya zarokên biçûk jî ji hovîtiya wan xilas nebûn û ew qetil kirin.

Min gelek kiryarên bi tirs û hov ji DAIŞ’ê dît, mafê mirovahiyê li cem wan tune ye û teror in.”

Hîba El-Ebas bal kişand ser nêzîkatiya mirovî ya QSD’ê û Rêveberiya Xweser li jin û zarokên DAIŞ’ê ê ku hişt şaşîtiya xwe bibîne û got:B “Dema ez hatim Kampa Roj, temenê min bû 14, min cudahiyeke mezin dît li cem Kurdan.

Dema min nêzîkatiya QSD’ê ji jin û zarokên DAIŞ’î re dît, wê demê min şaşîtiya xwe fam kir.

Hiba daxwaz ji hikumet û welatê xwe kir ku vegerîne welatê wê Iraqê.

Zekiya Alman a DAIŞ’î: Tu mafê jinan li cem DAIŞ’ê tune ye

Zekiya ya ku ji Almaniya hatiye û berî 8 salan tevlî DAIŞ ê bûye.

Zekiya balkişand ser binpêkirin û bêmafiya DAIŞ li dijî jinê pêk tîne kir û got:

“3 salan di nav DAIŞ de mam e û pişt re ez reviyam. Ev 5 sal in ku ez li Kampa Roj dimînim.

Zilamê ku ez pêre zewicim, ez xapandim, bi navê ku karê wî li Tirkiyê heye, ez xistim nava DAIŞ’ê.

Di nav wan de tenê divê tu neaxivî, mafê jinan ê axaftinê tune ye.

Zekerya da zanîn di nava çeteyan de dema mêrê wan tê kuştin neçare carek din bizewice û got:

“Jina ku bi çeteyekî re nezewice alîkarî jê re nayê pêşkêşkirin”

Ez du caran zewicîm û zarokên min jî 5 in, temenê wan di navbera 7 salî heya 17 ne.

Di nav DAIŞ’ê de min tama azadiyê nedît, demokrasî li cem wan tune ye.”

Zîhniyeta DAIŞ’ê li ser qetilkirin û zilmê ava bûye.

Tu pirsgirêka min bi Kurdan re tune ye, pirsgirêka min bi van jinên DAIŞ’î yên di kampê de heye.

Lê mixabin ez jî yek ji wan im.

Zekiya dibêje şaşiya min ya herî mezin ew bû ez hatim xapandin û wiha bi dawî kir:

Tenê ez dixwazim ji vir derkevim û jiyana min bibe wek berê.

Back to top button