HPG’ê: Gerîlayan li Zapê helîkoptereke din xistin xwarê

Gerîlayan li herêmên Zap, Xakurkê û Metîna li hêzên artêşa Tirk ya dagirker dan.
HPG’ê ragihand di çalakiyan de 21 leşkerên Tirk hatin kuştin û çeperek jî hate rûxandin.
Her wiha HPG’ê ragihand gerîlayan li Zapê helîkoptereke din a dewleta Tirk xistin xwarê.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir hêzên gerîla ji bo tolhildana fermandarên nemir Bager Erdal û Rêzan Amed li dijî artêşa Tirk ya dagirker rêze çalakî pêk anîne û ev agahî parve kir;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 3’yê Îlonê li herêma Zapê bi çekên giran û rêbaza sabotajê li hêzên dagirker hate xistin ku hewl didan ber bi çeperên şer yên Qada Şehîd Fedekar ve werin.

Di van çalakiyan de 2 dagirker hatin kuştin.

Heman rojê helîkopterên ku dixwestin li Qada Şehîd Fedekar dagirkeran daynin 11 caran bûn hedefa hêzên me. Li ser destwerdanê helîkoptereke skorsky ku derb xwar agir pê ket.

Dema ku helîkopterê xwest ji qadê dûr bikeve li qada Berzan ket xwarê û tevî dagirkerên di navê de rûxiya. Cihê ku helîkopter lê rûxiyayî ji aliyê balafirên şer ve 4 caran hat bombebaran kirin.

HPG’ê: Li Zap, Xakurkê û Metîna 21 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê 2’ê Îlonê li navbera Girê Şehîd Şahan û Şehîd Axîn de 4 caran bi rêbaza sabotajê li hêzên dagirker hate xistin.

Di encama vê çalakiyê de 8 dagirker hatin kuştin. Ev çalakî ji bo bîranîna fermandarê nemir Bager Erdal hate lidarxistin.

3’ê Îlonê jî tîmên bi tevger yên YJA Starê bi çekên giran li çeperên obus û hawanan ên dagirkeran yên li Qada Şehîd Derwêş xistin.

Di vê çalakiyê de 6 dagirker hatin kuştin û çeperek hate rûxandin. Piştî vê çalakiyê di çeperên din de jî teqîn pêk hatin. Ev çalakî jî ji bo tolhildana fermandarê me yê nemir Rêzan Amed hate lidarxistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de 1’ê Îlonê tîmên me yên bi tevger li çeperên şer yên Girê Şehîd Pîrdoxan yên bi ser Qada Girê Amediyê xistin.

Di vê çalakiyê de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.

Heman rojê li Girê Amediyê 2 caran bi rêbaza sabotajê li dagirkeran hate xistin û 2 dagirker hatin kuştin.

HPG’ê: Dewleta Tirk 6 caran bi çekên kîmyewî, 117 caran bi helîkopter û balafirên qadên gerîla bombebaran kirin

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker 10 caran bi çekên kîmyewî û bombeyên nukleer, 98 caran bi helîkopteran, 19 caran bi balafirên şer û bi dehan caran bi obus û hawanan qadên gerîla bombebaran kirin.

Back to top button