Festîvala 2. a Mardoso ya Suryanan Li Hesekê dest pê kir, îro li Qamişlo wê dewam bike

Komeleya Çand a Suryan a Sûriyê Festîvala 2. a Mardoso ya Çand û Hunera Suryan li Hesekê li dar xist.

Festîval doh li dêra Meryem Edra ya Hesekê dest pêkir û endamên gelek saziyan beşdar bûn.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryan Matay Hena jî di festîvalê de amade bû.

Li wir gelek berhemên cihereng ên çanda Suryan ji aliyê koman ve hatin pêşandin.

Di Festîvalê de nûnerê komeleya Çandê ya Suryan Îbrahîm Admo axivî û got:

“Ev destpêk berhema xwîna şehîdên azadiyê yên hemû pêkhateyan e.”

Festîval di roja yekan de bi xwendina helbestan bi dawî bû.

Tê payîn festîval 3 rojin û her du rojên mayî dê li Qamişlo dewam bike.

Back to top button