Rêveberiya Xweser nirxê kirîna kîlo ya pembû bi 4 hezar û 300 lîre diyar kir

Dema berhevkirina pemboyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bidawî bû. Rêveberiya Xweser ji bo her kîloyekê nirxê kirîna pembo yê îsal bi 4 hezar û 300 lîreyên Sûriyê, diyar kir.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê li ser malpera xwe yê Facebookê daxuyaniyek da.

Rêveberiya xweser ragihand ku nirxê kirîna pembo yê îsal ji bo her kîloyekî bi 4 hezar û 300 lîreyên Sûriyê ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di sala borî de ji bo her kîloyekê bi 2 hezar û 500 lîreyên Sûrî bû.

Back to top button