DI ENCAMA TOPBARANA LI SER HELEBÊ DE 6 SIVÎL JIYANA XWE JI DEST DAN

Komên çete yên li derdora Helebê xwe bi cih bûne bi hawan û obusan taxên bakurê bajarê Helelê topbaran kirin. 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 15 jî birîndarbûn.

Li gorî agahiyên nûçegihanên ajansa Hawarê çeteyên li derdora Helebê, taxên Minyan û Heleba Nû yên bakurê bajarê Helelê topbaran kirin.

Di encamê de 6 sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi kêmanî 15 sîvîl jî birîndar bûne.

Her wiha ziyan gihiştiye mal û milkê şêniyan.

Îro jî mûşekek li dora El-Qesir El-Beledî ya li navenda bajarê Helebê ket.

Di encamê de pitikek bi giranî birîndar bû.

Leave a Reply

Back to top button