Hêzên Hikûmeta Şamê û çeteyên Tirkiyê bi çekên giran li hev xistin

Hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk bi çekên giran li hev xistin. Di 48 seatên dawî de 2 balafirên Hikûmeta Şamê ketin xwarê.

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku, hêzên hikûmeta Şamê îro bi top û hawnan êrişî gundê bajarokên li Çiyayê Zawiyê yê li Idlibê kir.

Her wiha hêzên hikûmetê gundên El-Enkawî û Qalidîn yên li Sehil El-Xab topbaran kir.

Vê sibê jî, çeteyên dewleta Tirk navendên hêzên hikûmeta Şamê yên li rojavayî Helebê kirin hedefa êrişên xwe.

Di 48’ê seatên dawî 2 balafirên hikûmetê ketin xwarê

Her wiha çavdêriyê da zanîn ku, di seatên sibê de li nêzîkî çerxerêya El-Erbeîn ya li Hemayê Helîkoptereke hêzên hikûmeta Şamê ket xwarê.

Di encamê de 3 efserên hikûmeta Şamê hatin kuştin.

Hate diyarkirin ku balafir di encama pirsgirêkeke tenîkî de ket xwarê

Ev balafira duyemîn e ku di 48 saetan de dikeve.

2’ê vê mehê jî balafireke şer a MiG-21 li herêmên El-Suweyda ket xwarê.

Back to top button