Fîlmê “Dema Dirîreşkan” ku qala dagirkeriya tirk a di salên 1990’an ên li bakurê Kurdistanê de dike 2 rojên din tên pêşandan.
Fîlmê “Dema Dirîreşkan” ji aliyê Komîna Fîlma a Rojava ve hatiye amadekirin û Haşim Aydemir derhêneriya wî kiriye.
Haşim Aydemir her wiha derhêneriya fîlmên “14`ê Tîrmehê” û “Surda Devran” jî kiriye.
Fîlma navborî dê 6`ê Îlonê di saet 07:00`ê êvarê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li bajarê Qamişlo were pêşandan.
Dî fîlmê de qala dagirkeriya tirk a di salên 1990’an ên li bakurê Kurdistanê de û serî rakirina ciwanên Kurd li hemberî zilma tirk bi beşdariya refên gerîla tê kirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Komîna Fîlm a Rojava wek helwestekê li hember astengkirina nîşandana fîlmê “Ji bo Azadiyê”, fîlmê “Dema Dirîreşkan” ji Festîvala Fîlman a Silêmaniyê ya Navneteweyî kişandibû.
Lê filmê xelata baştirîn sînematogerafiyê ya Festîvala Fîlman a Silêmaniyê wergirtibû.