Nêrmîn Şemdîn: Qutkirina ava Stasyona Elok rê li ber pirsgirêkên tunduristiyê vedike

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe ava stasyona Elok li ser Hesekê qutkirine.
Endama Navenda tenduristî ya Taxa Til Hecer a Hesekê Nêrmîn Şemdîn dibêje qutkirina Stasyona Elok dibe sedema nexweşiyan û divê rêxistinên mirovî yên tendirustiyê li hemberî kiryarên dewleta Tirk bêdeng nemînin.

Dewleta Tirk piştî dagirkirina hin herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê niha jî bi hin rê û rêbazên dagirkeriyê hewl dide demografiya herêmê biguherîne.

Stasyona Elok ku avê dide nêzî 460 hezar welatiyên li Hesekê, Til Temir, Şedadê, Erîşa, Kampa Holê, Kampa Waşokanî û kampa Serêkaniyê wekî amûrekî şerê taybet bi kar tîne.

Û dibe sedema derketina gelek nexweşiyan di nava gelê herêmê.

Têkildarî mijarê, Endama Navenda Tenduristî ya Taxa Til Hecer a Bajarê Hesekê Nêrmîn Şemdîn axivî.

Nêrmîn Şemdîn da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker sûcekî li dijî tenduristiya gelê herêmê pêk tîne.

Nêrmîn Şemdîn: Çareseriya bingehîn derxistina Stasyona Elok ji destê dagirkeran e

Nermîn anî ziman ku dewleta Tirk bi çarenûsa gelê herêmê dilîze û jiyana wan dixe xeterê

Nêrmîn Şemdîn bang li rêxistinên mirovî yên tendirustiyê kir ku li hemberî kiryarên dewleta Tirk bêdeng nemînin û çareseriyek bingehîn ji krîza nexweşiyan were dîtin.

Back to top button