Ayşe Acinikli: Rêber Ocalan û girtiyên din ji mafê hêviyê bêpar hatine hiştin

Li girtîgehên dewleta Tirk silavdayîn jî hatiye qedexekirin. Parêzer Ayşe Acinikli bersiva Tirkyê ya ku ji bo Rêber Abdullah Ocalan da Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa, nirxand û da zanîn ku ev taktîka mijûlkirinê ye, mafê hêviyê gerdunî ye û tu kes ji mafê hêviyê bêpar nayê hiştin.

Rêber Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê girtiye 3 salin nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike û 17 meh e jî tu agahî jê nayê girtin.

Parêzeran di esasa vê biryara Dadgeriya Înfaza Bursayê de serî li Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) dan. Lê hîna bersivek nehatiye dayîn.

Ji girtîgehên li Tirkiye jî her roj agahiyên li ser êşkence û mirinê têne belavkirin.

Endama OHD’ê Parêzer Ayşe Aci-ni-kli der barê mijarê de nirxandin kir û got: Di esasa biryara di hiqûqa hundir de hatiye dyîn de divê di rejîma girtina muebeta giran de guherîn bên kirin û ji bo berdana bi kontrol derfet bên dayîn.

Biryara Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê 8 sal berê daye ji aliyê saziyên têkildar ve nehatiye şopandin ku pêk hatiye an na û ev pirsgirêkek mezin e.

Ayşe daxuyakirin ku li welatên ku hiqûq û demokrasî heye mafê hêviyê jî gerdunî ye lê li Tirkiyê li gorî kes pergala hiqûqê û qanûn pêk tên û wiha bi lêv kir: Der barê Tirkiyê de dikare prosedura binpêkirina maf bê destpêkirin.

”Li girtîgehê silavdayîn jî hatiye qedexekirin”

Her wiha Gamze Toprak û Tûncay Yildirim di 22’yê Tebaxê de ji bo hevdîtinê bi hevalên xwe Denîz Aytaç û Alî Haydar re bikin çûne Girtîgeha Kiri-klarê ya Tîpa F a Hejmara 1’ê.

Lê ji ber ku silav dane girtiyên din, mehek cezayê hevdîtinê li wan hatiye birîn.

Gamze Toprak ku derbarê qedexekirina hevdîtinan de axivî got: Her hefte bi awayekî rûtîn diçe girtîgehê ji bo hevdîtinê, lê di hevdîtina dawî de ji ber ku silav daye hin girtiyên din mehekê cezayê qedexekirina hevdîtinê li wan hatiye birîn.

Qedexekirina hevdîtinan ne li dûrî polîtîkaya tecrîdê ne.

“Bila dawî li kiryarên dijî mirovahiyê yên li girtîgehan bê anîn”

Hevseroka TUHAY-DER a Wanê Edîbe Babûr jî kiryarên xerab ên li girtîgehan û grevên birçîbûnê yên li dijî êşkenceyê nirxand û got:

Bila dawî li kiryarên li dijî mirovahiyê yên li girtîgehan bê anîn.

Girtiyên nexweş divê tavilê bêne dermankirin. Ev yek daxwaze mirovî ye.

Edîbe Babûr ragihand ku li gorî gotinên malbatan li girtîgehan kiryarên li dijî mirovahiyê hene û wiha anî ziman:

Dewleta ku ew mirov dîl girtiye, ji jiyana wan berpirsyar e.

Back to top button