Çalakiya Konvedanê ya li Qamişlo ya li pêş ofîsa NY di roja 24. de dewam dike

Çalakiya konvedanê ku bi pêşengtiya HPC-JIN û Kongra Star li ber avahiya NY li Qamişlo hatiye destpêkirin di roja 24’an de bi biryardarî didome. Îro şêniyên Qamişlo û endamên HPC ên navçeya Girkê Legê serdana konê çlakiyê kir

Di bin konê çalakiyê de, endamê HPC`ê li navçeya Girkê Legê Xalid Osman û endama HPC-Jin a navçeya Girkê Legê Munîfa Silêman axivîn.

Di axaftinan de tekezî li ser bilindkirina asta têkoşînê û ruhê berxwedanê hate kirin.

Her wiha ji bo misogerkirina serkeftinê û pêkanîna armancên şehîdan,

bang li hemû pêkhateyan hate kirin ku bibin yek da ku sîxur û ajanên dagirkeriya Tirk ji herêmê derxin.

Back to top button