Ji Rêveberiya Meclîsa Çandiniyê ya Navçeya Şêranê ya Kobanê Lûtfiyê Mehmûd derbarê êrişên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê axivî û got: “Rêxistinên Mafên Mirovan sûcên dewleta Tirk paşguh dikin lê belê em tu carî li ber kiryar û pîlanên qirêj ên vê dewletê teslîm nabin.”
Dewleta Tirk her carî bi rêbazekê êrişî gelê Kurd dike û gefan lê dixwe.
Dewleta Tirk di 29’ê Tebaxê de bi dijwarî êrişê Mexmûr û Şengalê kir.
Di vê çarçoveyê de ji Rêveberiya Meclîsa Çandiniyê ya Navçeya Şêranê ya girêdayî Kantona Kobanê Lûtfiyê Mehmod axivî.
Lûtfiyê bi lêv kir ku nemirovî û bêsinciya ku dewleta Tirk bi kar tîne, bi rastî ne di pîvan û rêgezên mirovan de ye.
Lûtfiyê Mehmûd: Em ti carî li dijî êriş û planên qirêj teslîm nabin
Lûtfiyê anî ziman ku ew tu carî li ber kiryar û pîlanên qirêj ên vê dewletê teslîmkariyê qebûl nakin.
Lûtfiyê Mehmod di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku dewletên Navneteweyî û Rêxistinên Mafên Mirovan sûcên dewleta Tirk paşguh dikin.