YPJ’ê û endamên Asayîşê serdana keça Êzîdî ya rizgarkirî kirin

Şandeyeke YPJ’ê û endamên Hêzên Asayîşê serdana keça Êzîdî kirin ku ji Kampa Holê hatiye rizgarkirin.

Di serdanê de fermandara Meclisa Leşkerî ya herêma Cizîrê, Evînar Dêrik axivî û got:

“Me keça Êzîdî Wefa Ebas di dema Operasyona Ewlehî û Mirovî de dît, ku gef lê hatibû xwarin nasnameya xwe eşkere neke.”

“Ji destpêka şoreşa rojava ve ji bo rizgarkirina jinên Êzidî xebatên mezin ji Reqa heta Şengalê hatin kirin û bi dehan jin hatin rizgarkirin.

Her wiha, keça rizgarkirî Wefa Ebas jî axivî û ev yek anî ziman: “Ez îro pir kêfxweş im û spasiya YPJ’ê dikim ku ji bo rizgarkirina jinên Êzdî di nava tevgerê de ne.”

Back to top button