Bi sedan guleyên çeka kelaşnikofê li beşa 5. a kampa Holê hatin dîtin

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku bi pêşengtiya Hêzên Asayîşê di 25`ê Tebaxê de li Kampa Holê hate destpêkirin di roja 11`an de dewam kir. Îro jî miqdarek cebilxaneya veşartî hatin dîtin û duh jî 14 endamên şaneyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku bi pêşengtiya Hêzên Asayîşê û bi piştgiriya QSD`ê di 25`ê Tebaxê de li Kampa Holê li dijî şaneyên DAIŞ’ê hate destpêkirin di roja 11`an de dewam kir.

Operasyonê îro saet 05.00`ê berbangê li beşa 5`an a Kampa Holê dewam kir.

Di lêgerînê de, 388 guleyên çeka keleşnîkofê hatin dîtin.

Koçberên li vê beşê, bi awayekî ewle ber bi cihê wergirtina sicîlan ve hatin birin.

Back to top button