Hiqûqnasên Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Divê tecrîda li ser Rêber Ocalan bi dawî bibe û mafê heviyê pêk were

Hiqûqnasên ji Reqayê destnîşan kirin ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan sûcek li dijî mirovahiyê ye.
Hiqûqnasan bang li aliyên çalak kir ku fişarê li Tirkiyê bikin da ku bendên qanûna têkildarî dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan biguhere û biryara mafê hêviyê pêk bîne.

Ji zêdetirî 23 sale, dewleta Tirk a faşîst rêber Ocalan dîl girtiye û cezayê heta hetayî lê biriye.

Her wiha tecrîdeke giran li ser ferz kiriye û ji mafên wî yên herî hêsan bê par hiştiye.

Têkildarî tecrîda li ser Rêber Ocalan ​​​​​​​Hiqûqnasên Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivîn û li dijî bûhuqiya dewleta Tirk bertek nîşandan.

Serokê Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Mişleb El Tirkan diyar kir biryarên hovane yên dîlgirtina rêber Ocalan der qanûnî ne û got:

“Di aliyê qanûnên NY û yên mafê mirovan de, tu qanûn tune ye ku rêber Ocalan bê girtin.”

El Tirkan anî ziman dema cezayê muebetê jî diyar e, ev yek di qanûnên NY`yê de bi navê mafê hêviyê hatiye diyarkirin.

Mişleb El Tirkan da zanîn cezayê heta hetayî nayê wateya di girtîgehê de heta hetayî ye û ev tişt got:

“Li gorî qanûnên dewletên Ewropayê, cezayê muebetê 20 an ku 25 salan derbas nake û pişt re divê were berdan.

Heta di qanûna dewleta Sûriyê de cezayê muebetê 20 salan derbas nake.”

Mişleb El Tirkan bang li hemû aliyên çalak kir ku zext li dewleta Tirk bikin da ku qanûnên xwe yên têkildarî ferzkirina tecrîdê biguherîne.

Der barê mijarê de Endamê Yekitiya Parêzeran a Kobanê, parêzer Mistefa Muslim jî axivî û nerazîbûn nîşanda.

Muslim diyar kir tecrîda li ser Rêber Ocalan ne nû ye û got:

“Ji destpêka dîroka dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan ve dest pê kiriye.”

Muslim destnîşan kir ku dadgeha Yekitiya Ewropayê (YE) bi erka xwe ranabe û li gorî biryarên siyasî tevdigere.

Di dawî de Hiqûqnasan bang li aliyên peywendidar kirin ku biryara mafê hêviyê pêk bîne da ku Rêber Ocalan were berdan.

Back to top button