Ji bo cezayan li Tirkiyê bibire.. îro Yekîtiya Ewropayê li Brukselê ye.
Tê payîn îro wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê li Brukselê bicivin.
Ew jî ji bo cezayan li Tirkiyê bibirin û kirinên wê yên ne rewa gotûbêj bikin.
Berî ev yek were lidarxistin, wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlut Çawuşoglu ragihand ew ê çalakiyên xwe yên lêgerîna li gazê li beramberî peravên Qibrisê dewam bikin.
Her wiha bang li hikumeta Qibrisê kir ku bi hev re li gaz û neftê bigerin.
Li gorî raporine ragihandinê, hefteya borî reşnivîsek Ewropî der heqê çûnûhatina ezmanî, cemidandina piştgiriya projeyên Ewropî bi Tirkiyê re, derket.