Artêşa Îsraîlê li Rojavayê Şerîa ciwanek Filistînî kuşt

Di nava bera Îsraîl û Filistînê de rewş careke din aloz bûye.
Li herêma Şerîa ya Rojava ku di bin kontrola Îsraîlê de ye, careke din şer derket.
Di serdegirtina hêzên Îsraîlê ya bo herêmê de, Filistîniyek hate kuştin û yek jî birîndar bû.
Ev êriş piştî armanckirina maşîneya leşkerên Îsraîlî ku 6 birîndar bûbûn pêk hat.

Careke din ala Filistînê li ser tabûtan bû.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku leşkerên Îsraîlê li bakurê Şerîeya Rojava êrîşî bajarokê Kubbatiya yê bajarê Cenînê kirin.

Mihemed Zekarîne yê 19 salî di dema serdegirtina malan de ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hate armanckirin û kuştin.

Zekarîne yê ji gelek cihên xwe birîndar bûyî rakirin nexweşxaneyê.

Lê tevî hemû mudaxeleyan bizîşkan nekarîn wî rizgar bikin.

Rêveberê Nexweşxaneya Îbnî Sîna ya Jenînê diyar kir ku ciwanê Filistînî yê 22 salî ku ji ber gulebarana leşkerên Îsraîlê ji lingê xwe birîndar bû jî li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Li gor nûçeyên ku di medyaya Filistînê de hatin weşandin, di navbera leşkerên Îsraîlê yên ku êrîşî bajarê Kubbatiya û gelek nuqteyên Şerîeya Rojava kirin û niştecihên herêmê de alozî derketin.

Leşkerên Îsraîlî li dijî Filistîniyên ku kevir diavêjin gaza rondikrêj û guleyên rast û lastîkî bikar anîn.

Hêzên Îsraîlî ku gelek caran li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat a kontrol kirine êrîşî malan dikin û bi hincetên cuda Filistînîyan binçav dikin.

Doh dema erebeyek hêza Îsraîlê li ser rêya Şerîa ya Rojava di tevgerê de bû armanca êrişê.

Di êrişê de 5 leşkerên Îsraîl û ajokarê erebeyê birîndar bûn.

Piştî vê yekê hêzên Îsraîlê li herêmê êrişên xwe zêde kir.

Back to top button