Silava Remedan ya di êrişa li ser gundê Şemoka de birîndar bûyî şehîd bû

Balafireke dewleta Tirk a faşîst di 18’ê Tebaxê de êrişî navenda perwerdeyê ya zarokên keç li gundê şemoka kiribû û di encamê de 4 zarok şehîd bûn û 11 jî birîndar bûn. Ji birîndaran zaroka bi navê Silava Remedan jî şehîd bû.

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker di 18´ê Tebaxê de navenda perwerdeyê ya zarokên keç a li gundê Şemoka yê li ser riya Til Temir û Hesekê bombebaran kiribû.

Di encamê de 4 zarok şehîd bûbûn û 11 jî birîndar bûbûn.

Ji birîndaran zaroka bi navê Silava Remedan jî di 1´ê Îlonê de şehîd bû.

Silava Remedan jî wek hevalên xwe yên din ji nava hêzên leşkerî derket ku perwerdeyê li navendê bibîne.

Lê ji ber êrişa hovane ya dewleta Tirk şehîd bû.

Silava Remedan ji Dirbêsiyê ye û di 2005’an de ji dayik bûye.

Back to top button