YE ji bo nirxê enerjî û gaza xwezayî dicivin

Bi nêzbûna demsala zivistanê re, welatên Ewropa bitirsin.
Rûsya ya çavkaniya gaza xwezayî ya Ewropa ye, di nava demên dawiyê de bi hincetên cuda enerjiyê qut dike.
Ev yek ji dibe sedema ku nirxê gaza xwezayî û enerjiyê li nava Ewropa bigihêje asta herî bilind.
Ji ber vê yekê welatên YE li ser mijarê dicivin.
Hemwextî vê, Kremlîn ji rewşa heyî helwesta Ewropa berpirsyar nîşan dide.

Bandora şerê li Ukrayna, Ewropa xistiye nava zoriyê.

Wezîrên enerjiyê yên 27 welatên Yekîtiya Ewropayê wê di 9’ê Îlonê de li Brukselê civîneke awarte li dar bixin.

Di civînê de wê tedbîrên awarte yên ji bo kêmkirina nirxên bilind ên enerjiyê û amadekariya zivistanê bên gotûbêjkirin.

Li gorî pêşnûmeya belgeya ku ji aliyê Komara Çek ya ku serokatiya demkî ya YE yê ye civînê amade kiriye.

Wezîr wê li ser tiştên ku ji bo kêmkirina bandora nirxê gaza xwezayî li ser nirxê elektrîkê dikare were kirin nîqaş bikin.

Her wiha dê wezîr li ser kêmkirina xerckirina elektrîkê li seranserê YEyê û di vî warî de hedefgirtinê jî nêrînên xwe parve bikin.

Piştî ku Rûsyayê daxuyand ku ew ê herikîna gaza xwezayî ya ji bo Ewropayê bi rêya boriya Nord Stream heta demeke nediyar rawestîne, bihayê gazê li Ewropayê gelekî zêde bû.

Kremlîn ji ber krîza enerjiyê welatên rojava tewambar kir

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov li paytext Moskowayê daxuyanî da rojnamevanan û got,

Ew sûcdariyên li ser Rûsyayê yên ji ber pirsgirêkên xeta boriya gazê ya Nord Stream qebûl nakin.

Peskov diyar kir ku ji ber cezayên welatên rojavayî pirsgirêkên derbarê Nord Streamê de derketine holê.

Li ser pirsekî ku ger ceza werin rakirin wê şandina gazê bo Ewropa were zêdekirin jî , berdevkê Kremlînê got:

“Bêguman.

Cezayên welatên Rojavayî dihêle ku rewş ber bi zoriyê ve biçe.”

Şîrketa enerjiyê ya Rûsî Gazprom di 2’ê Îlonê de ragihandibû ku şandina gaza xwezayî ya ji xeta boriya Nord Stream bo Ewropa heta demeke nediyar hatiye rawestandin.

Back to top button