Kazimî wê bi aliyên siyasî re bicive

Di nava rewşa aloz ya li Iraqê de, bêdengiyek metirsîdar heye.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi mijra rewşa dawî ya li welat wê bi aliyên siyasî re bicive.

Tê payîn îro serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, li Bexdayê bicive û bi aliyên siyasî re rewşa dawî ya Iraqê bi guftugo bike.

Îran: Me di karê navxweyî yê Iraqê de destwerdan nekiriye

Li aliyekî din, Îran ya ji rewşa li Iraqê tê tewambarkirin ser mijarê careke din helwesta xwe zelal kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Nasir Kenanî di daxuyaniyek a çapemeniyê de destnîşankir ku Iraq li herêmê welatek giringe û got:

“Pêşketinên Iraqê ji bo me pir girîngin, hemû gote goteyên ku dibêjin Îran destwerdanê li karûbarên Iraqê dike red dikîn.

Me bi ti awayî ne name ne jî peyam ji rêberê Tevgera Sadr Muqteda Sadr re ne şandiye.”

Kenanî bang li aliyên siyasî yên Iraqê kir ku bi rêya diyalogan nakokiyên navbera xwe de çareser bikin û xwe ji pevçûnan dur bixin.

Hêjayî gotinê ye ku ev yek di demek wiha de ye ku alîgirên Muqteda Sadr daketibûn kolanan û kontrola avahiya Serokatiya Komara Iraqê xistibûn destê xwe de.

Piştî vê yekê di navbera Hêzên Heşdî Şeibî û Hêzên Seraye Selam ên girêdayî Sadr de şer qewimî bû.

Di encamê de 36 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û nêzî 700 jî birîndar bûbûn.

Back to top button