PAJK: 14’Ê TÎRMEHÊ SERKEFTINA FEDAYETÎ Û DILSOZIYA BI DOZÊ RE YE

Partiya Azadiya Jinên Kurdistan(PAJK) bi boneya salvegera 37’an a berxwedana Rojiya Mirinê ya14’ê Tîrmehê daxuyaniyek niviskî weşand û got: Berxwedana 14’ê Tîrmehê serketina fedayîtiyê ye, serketina dilsoziya bi dozê re ye, serketina xeta ku dibêje ‘li ser gora min binivîsînin ku deyndar im’.

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistan(PAJK) bi boneya salvegera 37’an a berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê daxuyaniyek weşand.

Kordînasyona PAJK’ê di şexsê Kemal Pîr, Xeyrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz de hemû şehîdên tevgera azadiyê bibîranî û got:

Di nava şert û mercên faşîzmê û darbeyê de ku teslîmiyet û nokerî dihate ferzkirin, di rewşekê de ku xiyaneta li nirxên şoreşgerî û têkoşînê dihate ferzkirin, berxwedana rojiya mirinê ji bo dagirkeran, bersiveke mezin bû .

Berxwedana 14’ê Tîrmehê serketina fedayîtiyê, dilsoziya bi dozê re u serketina xeta ku dibêje ‘li ser gora min binivîsînin ku deyndar im.

PARTIYA AZADIYA JINÊN KURDISTAN’Ê- PAJK:
RIHÊ 14’Ê TIRMEHÊ ŞERÊ AZADIYA JINÊ Û FERASETA NETEWA DEMOKRATÎK AFIRAND

Her wiha PAJK’ê balkişan li ser rihê 14’ê Tîrmehê û ev tişt anî ziman:

Ev xeta fedayîtiyê, ew xet e ku li çiyayên Kurdistanê têkoşîna gerîla, şerê azadiya jinê û feraseta neteweya demokratîk afirand.

Xeta berxwedanê ku di şopa Kemalan de bi Leyla Guven dom kir, li dijî dewleta faşîst, qirker, înkarker û kujer bi grevên birçîbûnê serketina îradeyê ragihand.

PARTIYA AZADIYA JINÊN KURDISTAN’Ê- PAJK:
DIVÊ HER KES, DI SERÎ DE JIN LI DIJÎ HIŞMENDIYA DAGIRKER SERÎ HILDE

Kordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistan daxuyaniya xwe bi vê bangê bi dawî kir:

“Divê em yekîtiya jinên Kurd biafirînin û li dijî hêzên mêtinger û dagirker her qadê veguherînin qada berxwedanê.”

Leave a Reply

Back to top button