HPG’ê: Di rojekê de 27 caran li hêzên artêşa Tirk a dagirker hate xistin

Gerîlayan li herêmên Zap, Metîna, Xakurkê û Avaşînê di nava rojekê de 27 caran li hêzên artêşa Tirk a dagirker xistin.
HPG’ê diyar kir di çalakiyên gerîlayan de 29 leşkerên Tirk hatine kuştin, helîkoptereke skorsky hate xistin û wesayîtek jî hate rûxandin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şerê li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir hêzên gerîla bi berxwedana xwe ya dîrokî derbên giran li artêşa Tirk ya dagirker didin û ev agahî parve kir;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 4’ê Îlonê li Qada Kerker bi rêbaza sekvaniyê dagirkerek hate kuştin.

HPG’ê: Li Zap, Metîna, Avaşîn û Xakurkê 29 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Heman rojê tîmên me yên bi tevger 11 caran li hêzên dagirker xistin ku hewl didan ber bi çeperên şer yên li Qada Şehîd Adil a girêdayî Çemço ve werin. Di vê çalakiyê de herî kêm 9 dagirker hatin kuştin.

Dîsa li Qada Çemço bi çekên giran li hêzên dagirker ên li dora çeperên şer yên li Şehîd Arjîn hate xistin, dagirkerek hate kuştin.

5’ê Îlonê li Qada Şehîd Adil bi çekên giran û sekvaniyê li komeke dagirkeran hate xistin. Di encamê de yek jê payebilind 5 dagirker hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn.

Heman rojê li Qada Şehîd Fedekar ya bi ser Qada Sîda sîstemeke kamera ya çavdêriyê ku dagirkeran bi cih kiribû hat rûxandin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de tîmên bi tevger li Qada Werxelê ya bi ser herêma Avaşînê li wesayîtên kepçe xistin ku bi armanca dagirkirinê rê çê dikirin. Di encama çalakiyê de dagirkeran xebatên xwe yên rê rawestandin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê 4’ê Îlonê tîmên bi tevger bi rêbaza sabotajê li wesayîteke Reo xistin ku di navabera Geliyê Reş û Girê Masîro de di nava tevgerê de bû.

Di encama vê çalakiyê de 13 dagirker hatin kuştin û wesayît jî hate rûxandin.

HPG’ê: Li Girê Amediyê ya Metîna helîkopterek hate xistin

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de 4’ê Îlonê li Girê Amêdiyê a bi ser Metîna li helîkoptereke Skorsky hate xistin ku dixwest dagirkeran li qadê dayne.

Helîkoptera ku derba giran xwar agir pê ket û nikaribû careke din bi hewa bikeve, di cih de şewitî û rûxiya.

Navena Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker 3 caran bi çekên kîmyewî û bombeyên nukleer, 44 caran bi helîkopteran, 7 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus û hawanan qadên berxwedanê yên gerîla bombebaran kirin.

Back to top button