Semra Guzel: Ji Seyîd Riza heta îro dixwazin serê Kurdan bitewînin lê em serî natewînin

Parlementera Kurd Semra Guzel ku hat girtin, diyar kir ku ji dema Seyît Riza heta niha hewl tê dayîn ku serê gelê kurd bê tewandin û got:”Gelê kurd wê serî li hemberî desthilata Tirk netewîne”
Semra Guzel bang li li herkesî kir li dijî bêhiqûqiya Desthilata tirk berteka xwe nîşan bidin.

Di 1’ê Adarê de parêzbendiya parlamentera HDP’ê Semra Guzel li Meclisa Tirk hat rakirin.

Dû re Serdozgeriya dewleta Tirk derbarê Semrayê de lêpirsîn da destpêkirin.

Semra Guzel a derbarê wê de biryara binçavkirinê hatibû dayîn di 2’yê îlonê de li Stenbolê hate binçavkirin.

Piştre bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li dadgeha ku birinê ceza lê hate birrîn û hate girtin.

Parlementera Kurd Semra Guzel, têkildarî girtina xwe ji ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Semrayê pêşî bal kişande ser wêneyên ku pê hedef hate girtin û wiha got:

“Wêne sala 2014’an di pêvajoya çareseriyê de hatin kişandin.

Di heman serdemê de bi hezaran kes çûn herêmên gerîla û bi xizmên xwe re wêne kişandin.

Di wenêyan de ti sûc nîne”

Semra Guzel diyar kir ku li ser daxwaza Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ew dîmen hatine weşandin û got:

“Wan bi vê yekê xwestin ku wesfa ‘endamtiya rêxistinê’ li wêneyan bar bikin.”

Piştî 5 salan weşandina wêneyê wê, Semrayê wek lîstoka desthilatdariyê ya ji bo hilbijartinan bi nav kir.

Semra Guzel agahiyên di nûçeyên medyaya Tirk de cih digirin ku dibêjin hewl daye sînor derbas bike û bireve derewand.

Semra Guzel der barê helwesta partiyên muxalefeta tirk ya ji bo rakirina parêzbendiya wê de jî axivi û got:

“Muxalefet jî perçeyek ji vî karî bû.

Ev rewş di heman demê de perspektîfa muxalefetê ya li ser pirsgirêka kurd jî nîşan dide.”

Parlementera Kurd Semra, têkildarî hewldana tewandina serê wê ji aliyên polîsan ve jî ev tişt got:

“Tişta ku dixwestin bikin ne tenê tewandina serê min bû.

Esas ji Seyîd Riza û vir ve hewl tê dayîn ku serê gelê kurd bitewînin.

Xwestin serê jinan bitewînin.

Parlementera Kurd Semra Guzel: Divê herkes li dijî bê hiqûqiya dewleta Tirk helwestê nîşan bide

Weke nûnereke kurdan û jinekê min nikaribû serê xwe bidim tewandin û min netewand.”

Semra Guzel anî ziman, gelê kurd wê ticar serî netewîne û bang li herkesî kir li dijî bêhiqûqiya Desthilata tirk berteka xwe nîşan bidin.

Back to top button