Şaredariyên Gel xebatên xizmetguzariyê li Kobanê û Amûdê didomînin.
Şaredariyan xebatên qîrkirina gelek rêyan bi dawî kirin û ji bo projeyên din plansazî danî.
Şaredariyên li herêmê hewl didin ku projeyên xwe berî demsala zivistanî bi dawî bikin.
Şaredariya Gel a Kobanê di 25’ê meha gulanê dest bi projeyên xwe kir, rê qîr kirin û torên kanalîzasyonê çêkirin.
Şaredariyê heta niha bêhtirî 7 hezar metre torên kanalîzasyonê li navçe û taxên bajêr bi dawî kir.
Hemû şaredariyan rê bi dirêjiya 94 km sererast kirin û 6 km bi kevirên hûr sererast kirin û rêya 34 km qîr kirin.
Her wiha li bajarokên Til Xezal û Celebiyê 8 rogar hatin danîn.
Girêdayî mijarê, hevseroka Komîteya Şaredriyan a Herêma Firatê Meqbûle Bekî bang li şêniyan kir ku bi şaredariyê re bibin alîkar.
Li Amûdê xebatên sererastkirina rê bi dawî bû û ji bo projeyên din plansazî hate danîn
Şaredariya Gel a Amûdê jî xebatên xwe yên ku sala 2022 plansaziya wê hatine danîn didomîne.
Şaredariyê bi koordîneya Daîreya Avê, plana kolandina bîreke ava vexwarinê danî.
Şaredariyê xebatên sersartkirina riyên gelek gund û deveran jî dawî kirin.
Hevseroka Şaredariya Gel a Amûdê Selma Hisên diyar kir ku wan 253 m3 zîft ji bo karên sererastkirina kolanên navçeyê veqetandine, her wiha dê projeya ronîkirina navçeyê jî dest pê bike.