BALAFIRÊN RÛSAN 12 ÊRÎŞÊN EZMANÎ LI DIJÎ HERÊMÊN ÇETEYAN PÊK ANÎN

Çavkaniyên leşkerî ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker sibeha îro navçeya Miherdê û El-Mehetta El-Herariyê yên bakur-rojavayî gundewarên Hemayê topbaran kirin. 

Topbaran ji navçeyên Latamna û Zakat pêk hatin.

Derbarê kuştî û birîndaran de tu agahî bi dest neketin.

Têkildarî mijarê, balafirên şer ên Rûsî vê sibehê 12 êrîşên ezmanî li dijî herêmên bicihbûna çeteyan pêk anîn

Êrîş bi taybetî li dijî Tel El-Milih, El-Cibîn, Ez-Zekat, El-Erbe’în, El-Cîsat, El-Erîmê, El-Hiwêce, El-Hewaş û Es-Saxir ên bakur û bakur-rojavay Hemayê pêk hatin.

Li aliyê din, hêzên rêjîmê jî, gundên Cizraya, Raşidîn û Bihûs Ilmiyê yên başûrê Helebê topbaran kirin.

Di heman çarçoveyê de komên çete moşek avêtin navenda bajarê Helebê.

Di encamê de 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 9 jî birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button