Li Xelîfanê balafirek bê mirov êrişî komeke Gerîla kir

Li herêma Xelîfanê ya li Başûrê Kurdistanê artêşa Tirk û hêzên PDK’ê êrişî komeke gerîla kirin..
Di êrîşa PDK-artêşa Tirk de 2 gerîla şehîdbûn, 3 jî bi birîndarî dîl ketin.

Ajansa Roj News ê derbarê vê yekê de ev agahî parvekirin :

“Komek gerîla ya ji 5 kesan pêk tê û li herêma Xelîfanê dixwestin ji herêmek derbasê herêmeke din a gerîla bibin..

Ev kom rastî êrîşa balafira bêmirov ya Tirk hatine.

Di êrişî de 2 Gerîla şehîd bûn û 3 jî birîndar bû

Çekdarên PDK’ê yên li herêmê îstîxbarat dane balafira Tirk û ew jî ji jor ve li gerîlayan xistine.

Di encama êrîşa hewayî de du gerîla şehîd dibin û 3 gerîla jî xwe xilas dikin.

3 gerîlayên ji êrîşê difilitin ji aliye çekdarên PDK’ê ve tên dorpêçkirin û PDK hewl dide wan dîl bigire.

Lê gerîla teslîmbûnê qebûl nakin û bersiva êrîşa PDK’ê didin.

Di encama êrîşa PDK’ê de 3 gerîla bi birîndarî dikevin destê çekdarên PDK’ê.”

Heya niha HPG derbarê êrîşa PDK-artêşa Tirk de ti daxuyaniyekî ne daye.

Hêjayî bibîrxsitinêye Xelîfan ser bi herêma Sorane û girêdayî parêzgeha Hewlêrê ye.

Berê jî du komên din yên gerîla li vê herêmê ketibûn kemîna çekdarên PDK’ê û di encamê de 9 gerîla şehîd ketibûn.

Back to top button