Mesud Bozî: Ji ber qutkirina ava Firatê çiravên ku çêbûne dibe sedema belavbûna virûsan

“Hin cihên ava çemê Firatê bûye çirav.”
Bi van gotinan Hevserokê Gerînendetiya Avê ya Kobanê Mesûd Bozî balkişand li ser xeteriya zûhabûna çemê Firatê.

Dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatê wek çekekê li dijî herêmê bi kar tîne.

Ji du salan ve bi mîqdareke mezin av li ser Sûriyê qut kiriye.

Ava vexwarinê bi rêya depoya avê ya gundê Qerekoy ji çemê Firatê digihîje Kobanê.

Lê ev yek jî ji ber qutbûna kehrebeyê pirsgirêk e.

Hevserokê Gerînendetiya Avê ya Kobanê Mesûd Bozî têkildarî mijarê axivî û got:

“Ji ber topbaranên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li nêzî dînamoyên avê, pirsgirêk çêdibin.

Lê dema karkerên çaksazkirinê diçin wan xetan çêkin, dagirker guleyan li wan direşînin.”

Mesud Bozî îşaret bi xetereyên di encama qutkirina ava firatê li ser şêniyên herêmê de kir û got:

“Bi kêmbûna rêjeya ava çemê gelek çirav çêbûne.

Ev zûhabûna çemê firatêjî dibe sedem ku li herêmê gelek vîrûs çêbibin û nexweşî pêşkeve.”

Back to top button