Parêzerê Sûrî Welîd Mitêran: Destwerdana derve alozoya Sûrî kûrtir dike

Parêzerê sûrî Welîd Mitêran beşdarî Komxebata Şêwirê ya li Reqayê bû û diyar kir ku destwerdana derve di Sûriyê de rewşê xirabtir dike û çareseriya siyasî dereng dixe.

Welîd Mitêran da zanîn ku destwerdanên dewletên derve kîrîz Sûrî kûrtir dike û got:

“Her destwerdaneke derve, bi taybetî Tirkiye û Îran, li Sûriyê rewşê xirabtir dike:

Çareseriya siyasî paş dixe û gelê Sûriyê koçber dike.

Divê hemû hêzên biyanî yekser ji Sûriyê derkevin.

Gelê Sûriyê bi azadî dikare kar û barên welatê xwe bi rê ve bibe.

Ti cudahî di navbera Kurd, Ereb, Suriyan û hemû pêkhatiyan de tune.

Em ji bo avakirina welatê Sûriyê, amade ne berdêlên giran bidin.”

Di dawiyê de Parêzerê Sûrî Welîd Mitêran bang li serokên partiyên nîştimanî ên li Sûriyê kir ku li hev bikin û hêzek mezin ava bikin ku pê zextê li civata navneteweyî bikin.

Back to top button