Hiqûqnasên Ereb: Divê kes çavên xwe ji tecrîdê re negre

Hiqûqnasên Ereb ên bajarê Reqayê diyar kir ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ne rewa ye û li dijî maf û qanûnên navneteweyî ye.

Dewleta Tirk a dagirker tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan didomîne…

Parêzer Xedîce Bedewî Têkildarî mijarê got:

“Ev tecrîd kiryareke qirêj û binpêkirina mafên mirovan e.

Dewleta Tirk a dagirker jî bi awayekî eşkere mafên rêber Abdullah Ocalan binpê dike û wî ji mafên wî yên herî bingehîn bê par dihêle.”

Parêzer Mehmûd Hemşo jî dibêje:

“Divê rêxistinên ku mafê insanan diparêzin çavê xwe li ser vê tecrîdê negrin.

Ji ber tenê fikrê netewa demokratîk dikare tecrîda li ser rêber Ocalan rake. Ji ber ku fikireke mirovî ya aştiyane ye ku armanc dike aramî û ewlehiyê li hemû civakan belav bike û hemû pirsgirêk û aloziyên civakan çareser bike.”

Back to top button