Rûken Mele Îbrahîm: Tirkiyê dixwaze projeya Rêveberiya Xweser têk bibe

Cîgira Seroka Desteya Jinê a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Rûken Mele Îbrahîm dibêje Tirkiyê bi êrişên xwe dixwaze Projeya Rêveberiyê têk bibe. 

Rûken Mele Îbrahîm balkişand ser sûcên dewleta Tirk ên li herêmê û ev tişt anî ziman: ”Tirkiyê bi balafiran êrişî herêmê dike û zarokan dike armanca êrişên xwe.

Tevî ku Hêzên Sûriya Demokratîk ne êrişî sînorê Tirkiyê dikin, ne jî êrişî kesî kirine, lê dîsa dewleta Tirk êrişî herêmê dike û li hember wê jî her kes bêdeng maye.”

Rûken Mele Îbrahîm da zanîn ku dewleta Tirk bi rêya van êrişan dixwaze projeya Rêveberiya Xweser têk bibe, tirsê bixe dilê milet de û wan ji cihê wan koçber bike.

Rûken Mele Îbrahîm ji bo parastina welatiyan û herêmên ku bi fedakariya şehîdan hatiye rizgarkirin, banga qedexeya ezmanî li ser hemû Bakur û Rojhilatê Sûrî kir.

Back to top button