Piştî AKP’ê di hilbijartinên Stenbolê de têkçû, qedexeya ketin û derketina derve zêde bûye. Li Colemêrg û navçeyên wê 15 rojan di bin navê Herêma Ewlehiya Taybet de çûnûhatin hat qedexekirin.
Qedexekirina ketin û derketinê li herêmên Colemêrgê didome.
5 herêmên girêdayî navenda Colemêrg û navçeyên wê ji aliyê Walîtiya Colemêrgê hat qedexekirin.
Qedexekirin wê 15 rojan di navbera 16-30’ê Tîrmehê bidome.
Walîtiya Colemêrgê diyar kir ku qedexekirin 5 herêman di bin navê Herêma Ewlehiya Taybet bi buheya “ewlehiyê” hatin qedexekirin.