HPG’ê: Li Zap, Metîna û Xakurkê 15 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayan li herêmên Zap, Metîna û Xakurkê li hêzên artêşa Tirk ya dagirker xistin.
HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyek da û ragihand ku di encama çalakiyan de 15 leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin û wesayîteke zirkî jî hatiye rûxandin.
Her wiha HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a li dijî gerîla bikaranîna çekên kîmyewî didomîne.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji Metîna heta Xakurkê derbên giran li artêşa Tirk ya dagirker didin û derbarê çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeran de ev agahî parve kir;

Di çarçoveya Pêngvava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê 5’ê Îlonê li Girê Şehîd Fedekar bi rêbaza sekvaniyê li hêzên dagirker hate xistin û hewl didan bi cih bibin. Di encama vê çalakiyê de dagirkerek hate kuştin.

6’ê Îlonê tîmên bi tevger ji 2 aliyan ve bi çekên giran li dagirkeran xistin ku li Qada Şehîd Adil a bi ser Çemçoyê ve ketibûn nava tevgerê.

Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin kuştin, dagirkerek jî birîndar bû.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 3’yê Îlonê li Girê Şehîd Sarya a bi ser herêma Xakurkê tîmên bi tevger bi rêbaza sabotajê li wesayîteke zirxî a Kirpî dan ku di nava tevgerê de bû.

Di encama vê çalakiyê de 9 dagirker hatin kuştin, wesayît jî hat rûxandin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de 5’ê Îlonê li Girê Cûdî a bi ser herêma Metîna tîmên bi tevger bi rêbaza sabotajê li dagirkeran xistin.

Di encama vê çalakiyê de 2 dagirker hatin kuştin.

Heman rojê li Girê Amediyê jî bi rêbaza sekvaniyê li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate kuştin.

Li Girê Cudî sîstemeke kamera ya çavdêriyê û tevî 60 kg teqemenî hatin rûxandin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker 13 caran bi çekên kîmyewî, 24 caran bi helîkopteran, 12 caran bi balafirên şer û bi dehan caran bi obus, hawan û çekên giran qadên gerîla bombebaran kirin.

Back to top button