MECLISA JINÊN ÊZIDÎ YÊN LI ALMANYAYÊ JI BO 3’YÊ TEBAXÊ BANG LI ÇALAKIYAN KIR

Federasyona Meclîsên Jinên Êzidî yên li Elmanyayê bi wesîleya salvegera 5’an a êrîşa qirkirinê ya çeteyên DAÎŞ’ê li Şengalê bang kir ku 3’ê Tebaxê weke roja çalakiyan bê ragihandin.

3’ê Tebaxa 2014’an çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî bajarê Şengalê yê Başûrê Kurdistanê kirin.

Di vê êrîşê de bi hezaran zarok, jin û kesên sivîl hatin kuştin.

Her wih bi hezaran jinên Êzidî ji aliyê çeteyan ve hatin revandin û di asta statuya koleyên zayendî de êşkence li wan hate kirin.

Bi deh hezaran jinên Êzidî piştî serkeftina QSD’ê li Baxozê li ser destê şervanên QSD’ê hatin rizgarkirin.

Bi wesîleya salvegera 5’an a van êrîşan Federasyona Meclîsên Jinên Êzidî yên li Elmanyayê 3’ê Tebaxê weke roja çalakiyan a li dijî siyaseta înkara jinê ragihand.

Her wiha federasyona Meclîsên Jinên Êzidî bang li rêxistinên jinan û saziyên civakî yên sivîl kir ku çalakiyên hevpar di vê rojê de pêk bînin.

Leave a Reply

Back to top button