PDK’ê dîsa êrişî gerîla kir

PDK a ku di êrişên dewleta Tirk ên ser başûrê Kurdistanê de hevkariya xwe êdî venaşêre careke din tevî hêzên dagirker êrişî gerîlayan kirin.
Dewleta Tirk û hêzên PDK’ê duh bi şev êrişî komeke gerîla ya 5 kesan kirin ku dixwestin ji herêma Xelîfanê re derbas bidin.
Hat raihandin di êrişê de ji wan 5 gerîlayan 2 şehîd bûne û 3 jî bi birîndarî ketine destê hêzên PDK’ê.
Di nava salekê de 11 gerîla bi destê PDK’ê hatin şehîd xistin û heta niha jî cenazeyên wan nedaye malbatên wan.

Duh bi şev derdora saet 20.00’an de komek gerîla ku ji 5 kesan pêkdihatin, li herêma Xelîfanê dixwestin ji herêmekî derbasî herêmeke din bibin.

Lê balafirên bi çek û bê mirov yên dewleta Tirk û hêzên PDK’ê êrişî vê koma gerîla kirin.

Hat ragihandin, çekdarên PDK’ê yên li herêmê îstîxbarat dane balafira dewleta Tirk û li gerîlayan xistine.

Hat diyar kirin di encama êrişê de 2 gerîla şehîd bûn û 3 gerîla jî bi birîndarî ketine destê hêzên PDK’ê.

Ragihandina bi ser PDK’ê jî ev êriş piştrast kir.

Bi vê yekê re hêzên PDK’ê di nava salekê de 3 caran êrişî gerîlayên azadiyê kirin.

Di vê êrişa hêzên PDK’ê  de 3 gêrîla şehîd bûn û cenazeyan jî nade malbatên wan

Êrişa yekem di 26’ê Tîrmeha 2021’an de pêk hat.

PDK li Xelîfanê kemîn danî pêşiya 3 gerîlayên HPG’ê yên bi navê Serwer Serhed, Wargeş Çavreş, Dijwar Berxwedan û her sê gêrîla şehîd xistin.

Di vê êrişa hêzên PDK’ê  de de 6 gêrîla şehîd bûn gerîlayek rizgar bû

Di 28’ê Tebaxa 2021’an de PDK’ê komek gerîlayên ji 7 kesan pêk dihat ku dixwestin ji Qendîlê derbasê Behdînanê bibin li ser Ava Zê’yê biçûk xist kemînê.

Hêzên PDK’ê bi çekên giran li gerîla xistin û di encamê de 6 gerîlayên bi navê Tolhildan Raman, Şoreş Mêrdîn, Axîn Mezrê, Şoreş Colemêrg, Brûsk Mûnzûr û Serdem Cûdî şehîd ketibûn.

Ji bûyerê gerîlayê bi navê Heqî Zîlan rizgar bû der barê kemîna PDK’ê de ev agahî parve kir:

“Piştî me çem derbas kir, bêyî tu hişyarî û agahiyan li me bikin, hêzên PDK’ê bi çekên giran ji girên derdorê gule li me reşandin.”

Hat ragihandin Fermana vê êrişê jî ji aliyê Fermandarê Hêzên Zêrevanî Ezîz Weysî û berpirsê Pêşermgeyan yê wê herêmê Dilovan Rûbar ve hatiye dayîn.

Di vê êrişa hêzên PDK’ê de 2 gerîla şehîd bûn 3 jî bi birîndarî ketin dest

Bi vê kemîna duh re cara sêyeme ku hêzên PDK’ê li dijî gêrîlayan kemîn datîne û wan şehîd dixe.

Di nava salekê de 11 gerîla di êriş û kemînên hêzên PDK’ê de şehîd bûn.

PDK’ê cenazeyên gêrîlayên şehîd jî radestî malbatên wan nake.

Malbatên gerîlayan, gelek caran daxwaza cenazeyên şehîdan ji PDK’ê dikin lê heya niha jî bersiva wan nehatiye dayîn.

Back to top button