HRE nasnameya şervanekî xwe eşkere kir

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî xwe yê ku şehîd buye eşkere kir.

HRE di daxuyaniya xwe diyar kir ku şervanê wan Cesûr Efrîn di 4’ê Îlonê dema li ser erka xwe bû, şehîd bû.

HRE sersaxî ji malbata şehîd û gelê kurd re xwest û soza berdewamiya riya şehîdan da û diyar kir ku ew ê heta serketinê çalakiyên xwe li dijî dagirkeran dewam bikin.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

  • Nasnav: Cesûr Efrîn
  • Nav û Paşnav: Ehmed Mihemed
  • Navê Dayikê: Emîra
  • Navê Bav: Loqman
  • Cihê ji Dayikbûnê: Efrîn
  • Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 4’ê Îlona 2022’yan
Back to top button