Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku Hêzên Asayîşê bi piştgiriya QSD’ê û Hêzên Koalisyonê di 25`ê Tebaxê de li Kampa Holê dest pê kirin di roja 13’an de dewam kir..
Îro jî pêngavê li beşa 6 û 8’an dewam kir û jineke DAIŞ’î ku zarok perwerde dikir hat girtin..
Asayişê bîlançoya roja 11 û 12’an ya operasyonê eşkere kir û ragihand, 23 DAIŞ`î hatin girtin û gelek cebilxane hat dîtin.
Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku Hêzên Asayîşê bi piştgiriya QSD’ê û Hêzên Koalisyonê di 25`ê Tebaxê de li Kampa Holê dest pê kirin di roja 13’an de dewam dike.
Îro operasyonê di seat 5’ê berbangê de li beşa 6 û 8’an a koçberên Sûrî dewam kir..
Di seatên destpêkê yên lêgerînê de, cil û bergên leşkerî, pirtûk û lênûsên ku propagandaya DAIŞ’ê dike û telefonên destan hatin dîtin.
Her wiha jineke DAIŞ`î ku karê perwerdekirina li ser fikra DAIŞ’ê dikir jî hat girtin.
Di dema girtinê de, zarokê vê jina DAIŞ’î bi destên xwe îşareta gurên boz a MHP’ê ku beşeke ji desthilata dewleta Tirk e kir.
Di telefona vê jinê de, gelek dîmenên perwerdekirina zarokan ku sembolên DAIŞ’ê li ser wan in hatin dîtin.