Çalakiya konvedanê ya li Qamişlo di roja 26’an dewam dike

Li dijî êrişên dewleta Tirk û bêdengiya hêzên navnetewî û li dijî tecrîda li ser Rêber Apo çalakî dewam dikin.
Îro li gelek deveran çalakî hatin lidarxistin, li dijî êriş û dagirkeriyê peyamên mezinkirina berxwedan û têkoşînê hate dayîn.
Her wiha banga bidawîbûna tecrîda li ser Rêber Apo hate kirin.

Çalakiyên li dijî gef û êrişên dewleta Tirk li ser herêmê û tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo zêde dibin.

Çalakiya konvedanê ya li ber avahiya NY a li bajarê Qamişlo di roja 26’an dewam dike.

Îro bi dehan endamên Hêzên Parastina Civakî-HPC yên navçeya Çilaxa û şêniyên Qamişlo beşdarî çalakiyê bûn.

Di bin kon de, endamê HPC’ê Mîland El-Akûb axivî û êrişên dewleta Tirk û bêdengiya hêzên navnetewî redkirin.

Mîland El-Akûb bang li gelê herêmê kir ku li dijî dagirkeran yekîtî û hevgirtina xwe xur bikin û li rex hêz û şervanên xwe bisekinin.

Li Hesekê bi merasîmekê şehîdên navenda perwerdê bi bîr anîn

Şêniyên Hesekê şehîdên komkujiya navenda perwerdehiya keçan ya li gundê Şemoka bi merasîmekê bi bîr anîn.

Merasîm li Hola Reşo bi beşdarbûna bi dehan kesî hate lidarxstin.

Di dawiyê de senvîzyonek der barê jiyana şehîdên dibistana Şemoka hate pêşandan.

Şêniyên Eyn Îsa tecrîda li ser rêber Apo şermezar kirin

Li navçeya Eyn Îsayê bi sedan kes ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan meşiyan.

Piştî ku çalakî veguherî mêtingê, hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk a navçeya Girê Spî Sebrî Nebo axivî.

Sebrî Nebo tecîrda ku ev nêzî 24 sal in li ser rêber Apo hatiye ferzkirin şermezar kir.

Sebrî Nebo destnîşan kir ku wê bi berxwedan û tekoşînê tecrîda li ser rêber APO bişikînin û planên dagirkeran têk bibin.

Şêniyê Tebqa banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin

Li Tebqa jî Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo azadiya rêber Apo çalakiya konvedanê li darxistin.

Bi dehan şêniyên Tebqayê beşdarî çalakiyên bûn.

Beşdaran bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafê mirovan kirin ku bi azadiya rêber Apo bi erkên xwe rabin.

Malbatên şehîdan bang li PDK kirin ku hevkariya bi dijminê Kurdan re bi dawî bike

Li Kobanê jî Meclisa Malbatên Şehîdan ya Herêma Firatê li dijî êrişa duh ya dewleta Tirk û PDK’ê li dijî gerîlayan a li herêma Xelîfanê, daxuyaniyek da.

Meclisê êriş û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk ya hedefgirtina gerîlan û şehîdxistina wan şermezar kir.

Meclisê bang li PDK’ê kir ku hevkariya bi dewleta Tirk ya li dijî gelê kurd bi dawî bike.

Back to top button