QSD’ê bi operasyonekê kesekî ku bi DAIŞ`ê re dixebitî girt

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê li Hesekê bi operasyonekê kesekî ku ji DAIŞ`ê re dixebitî, girt.

Navenda Ragihandina QSD’ê ragihand ku yekîneyên taybet ên QSD’ê bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî li hundir bajarê Hesekê operasyonek li dijî kesekê ku bi DAIŞ’ê kar dikir pêk anîn.

Navendê diyar kir ku operasyon li kolana El Qamişlî pêk hat û ev agahî parve kirin:

“Hêzên me bi ser mala kesê ku bi DAIŞ re kar dikir û pere ji serçete û şaneyên veşartî yên li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de vediguhestin, de girtin.

Kesê hatî girtin vekuhestin taxa Miftî ya bajarê Hesekê ku li wir dikanekê wî ya veguhestina pereyan heye.

Lêgerîn li dikanê hat kirin û pêdiviyên li wir hatin desteserkirin.”

QSD`ê destnîşan kir ku ev operasyon, hemwextî Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li Kampa Holê û di çarçoveya xebatên hevbeş ên QSD`ê û Koalîsyona Navneteweyî ya têkoşîna li dijî DAIŞ`ê de pêk hat.

Back to top button