Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Efrînê amadekariyên sala xwendinê ya nû dikin

Tevî êrîş û topbarana dewleta Tirk ya rojane li ser herêmê û dorpêça ji aliyê hikumeta Şamê ve
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê amadekariyên xwe ji bo sala xwendinê ya nû 2022-2023`yan didomîne.
Berdevka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Efrînê Henaa Kalo di vê sala nû xwendinê de wê guhertinên bingehîn di karê desteyê de pêk werin.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê di nava şert û mercên zehmet ên dorpêç û êrişan de di 18’ê Îlonê de, dest bi sala xwendinê ya 2022- 2023’an dike.

Yek ji xebatên herî girîng ên desteyê guhertina pergala ezmûnan ber bi pergala nirxandinê ve.

Armanca ji vê pergalê avakirina kesayeta xwendekaran û derxistina wan ji çarçoveya Ezmûnan.

Hena Kalo diyar kir ku dorpêç û êrîşên rojane yê li ser herêmê astengî û zehmetiyan li pêşiya xwendekaran derdixe.

Hena balkişand ser dewreyên perwerdeyê yên akademîk ku ji bo mamosteyan hatin vekirin jî.

Berdevka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Efrînê da zanîn hezar û 110 mamoste ji bo sala xwendinê ya nû amade ne û derdora 14 hezar xwendekaran di sala nû de perwerde bibînin.

Hena Kalo di dawiyê da zanîn ku di pêşerojê de beşên din di peymangeha Viyan Amara de bê vekirin û xebatên pêşketîtir werin kirin.

Back to top button