ŞÊNIYÊN LÎBYAYÊ LI DIJÎ DESTWERDANA DEWLETA TIRK DAKETIN QADAN

Ji ber destwerdana dewleta Tirk a dagirker, bi hezaran şêniyên Lîbyayê daketin qadan. Şêniyan destwerdana dewleta Tirk nava karûbarên Lîbyayê şermezar kir. Xwepêşandan li bajarê Benxazî li dar ket. 

Xwepêşandêran bang li dewleta Tirk kir ku piştgiriya çeteyan rawestîne.

Di heman demê de, civînên parlamenterên Lîbyayê li Qahîreyê ji bo çareserkirina aloziya Lîbyayê, didomin.

Di civînê de ev pêşniyar hatin pêşkêşkirin:

– Avakirina hikûmetê
– Yekkirina xebata saziyên leşkerî
– Jihevkirina komên çekdar

Çavkaniyan diyar kirin ku avakirina desteya berpirsyar ji bo danîna destûra Lîbyayê ya nû jî, di nav gotûbêjan de ye.

Leave a Reply

Back to top button