Kongra Star: Girtina Semra Guzel têkbirina vîna jinan û bi milyonan hilbijêrên wê ne

Meclisa Kongra Star kiryarên hovane yên dewleta Tirk a dagirker li dijî jinan şermezar kir û bang li tevahiya jinan kir ku têkoşîna xwe li hember siyasetên li dijî Kurdan û jinan tên meşandin, pêş bixin.

Meclisa Kongra Star bi daxuyaniyeke nivîskî kiryarên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî çalakvan û siyasetmedarên di girtîgehên Bakurê Kurdistanê de şermezar kir û got:

dewleta Tirk siyasetên xwe yên faşîst li dijî parlamenterên HDP`ê didomîne û herî dawî di 3`yê Îlonê de parlamenter Semra Guzel bi hicetên ne rast girt.

Armanc jî têkbirina vîna jinan û bi milyonan hilbijêrên wê ne, lê ew ê bi ser nekeve ji ber jinan bi berxwedana xwe di girtîgehan de ev siyaset têk bir.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û saziyên mafên jinan hat kirin ku xwedî li erkên xwe yên exlaqî derkevin û kiryarên dewleta Tirk a dagirker rawestînin.

Back to top button