Yekitiya Hunermendan a Herêma Cizîrê konferansa xwe ya 2. ii dar xist

Yekitiya Hunermendan a Herêma Cizîrê bi dirşûma “Hunera şoreşgerî nasnameya civaka azad e” konferansa xwe ya 2`yemîn li dar xist.

Konferans li hola Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Di konferansê de, hevserokê yekitiyê Elî Ebdullah axivî û got:

Divê em hewl bidin çanda xwe vejînin bi rêya parastina wê, afirandina civakeke rewşenbîr û zana ku qîmeta vê çandê û girîngiya hunerê û rola wê di avakirina şaristaniya mirovî û civakî de fêm dike.”

Hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso jî axivî û got: “Vîna civakê li hember planên dagirkeriyê û êrişan xurt e. Lê çand û huner roleke mezintir lîst.

Ev civak xwedî çand û hunerê kevnar e ji ber wê herî zêde êriş li ser çand û hunera civakê ye.”

Cîgirê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Mariya Aho jî got:

“Huner dil û wijdanê civakê ye. Kesek nikare rola afrîner û pêşeng a nûnerên wê înkar bike.”

Di dawiya konferansê de, Mistefa Omer û Evîn Elî ji bo hevserokatiya Yekitiya Hunermendan a Herêma Cizîrê, Çîmen Osman, Îmad Xelef û Ebdulqadir Sûsik wek cîgirên wan hatin hilbijartin.

Back to top button