KODAR: ÎRAN LI DERVE Û HUNDIR KETIYE QONAXA SIYASETA ŞER

Komelgeyî Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê derbarê rewşa Îranê û rêyên çareseriya pirsgirêka Kurd û Îranê daxuyaniyek weşand. KODAR’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ew dikarin ji bo azadiya gelên Îranê pêşengtiyê bikin .

Komelgeyî Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê derbarê rewşa Îranê û rêyên çareseriya pirsgirêka Kurd û Îranê daxuyaniyek weşand.

KODAR’ê diyar kir ku siyaseta Îranê li ser esasê pevçûn û dijwarkirina nakokiyane.

“Îran niha li derve û hundir ketiye qonaxa siyaseta şer. Ji bilî teslîmiyet yan jî şer û têkçûne tu rêyek ji bo rejîmê nemaye.
Di warê dîplomatîk de nakokiyên siyasî di navbera rejîmê û cîranên wê, Îran xistiye nava tecrîdê. Di warê aborî de jî pereyê ku ji hinardekirina neftê tê bidestxistin pir kêm bûye, hemû projeyên hilberînê hatine rawestandin”.

KODAR’ê têkildarî rewşa gelê Îranê jî wiha got:

“Berhemên hevrikî ji bo desthilatdariyê ne, lê hejartî, birçîtî, bikaranîna madeyên hişbir, xwekuştin, bêkarî û buhabûn ji bo gelê Îranê maye. Hemû propagandaya medyaya Îranê ne li gorî rastiya heyî ya civaka Îranê ye”.

KODAR’ê balkişand ser kongreya Şehîdên Kurdistanê ya ku li bjarê sine lidarxist û got:

“Hedef ji pêkanîna wan kongreyan dijayetî û bêtesîrkirina muxalefetên civakî, rewşenbîrî û sîyasî ye.

Ev kongre hewl didin fikrên şovenîstî li hemberî ramanên azadiyê pêş bixin.

Divê baş bê zanîn ku ev karnavalên lûks û derewîn di cewher de înkara hebûn û nasnameya gelên Îranê bu taybet jî înkara Kurdan e”.

KODAR’ê diyar kir ku kilîta çareseriya pirsgirêkên Îranê di destê civakê bixwe de ye û wiha domand:

“Ji ber ku rayedarên dewletê hebûna kaos û pirsgirêkên siyasî û jîngehî înkar dikin. Di qada çalakî û têkoşîna hizb û tevgerên Îran û Kurdistanî de avakirina “platformên yekîtîya hêzên demokratîk û rewşenbîran” pir girînge. Tenê pêk hatina van platforman dikare têkoşîna rêxistinên medenî û gel temam bike û piştevanê wan be”.

Komelgeyî Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistan di dawiyê de diyar kir ku ew dikarin ji bo azadiya gelên Îranê pêşengtiyê bikin.

Leave a Reply

Back to top button